lördag 20 oktober 2018

Mijara “DAYIKÊN ŞEMIYÊ” di rojeva Rojên Mafê Mirovan de




Saziya Efûyê ê Navtewî- ”Amnesty International Koma 06 Turkiyê” ku bi Amnestya Swêdê ve girêdayî ye du sal in beşdarî Rojên Mafê Mirovan (MR Dagarna) dibe û semînerên xwe bi ZIMANÊ KURDÎ pêşkêş dike.

Îsal MR Dagarna li Stockholmê di rojên 15-17 mijdarê de pêk tê. Zarathustra Acat û Farhad Jahanmihan dîsa semînerdar in. Mijara semînerên îsal DAYIKÊ ŞEMIYÊ ne. Weke tê zanîn di salên 80 heta piştî 90 î gelek kes ji aliyê hêzên di xizmeta dewletê ve hatibûn revandin û windakirin. Ji 1995 an heta niha dayik û xizmên wan li Istanbul, Izmir, Amed û Êlihê dicivin û dixwazin dewlet li ser pirsê kur bibe û pirsê ronî bike. Dema Serokê Turkiyê Recep Tayyip Erdogan serokwezîr bû (2011) heyetek ji Dayikên Şemiyê vexwendibû meqamê xwe û daxuyaniyek erênî dabû: 

”Pirsa we bûye pirsa hikumetê. Ji ber ku ez bi xwe jî hatibûm girtin û îşkence li min kirin, daweya we ê min e. Ez ê bi rêvebirên wezîfedar re biaxivim ku li ser pirsê kur bibin.”

Berî demeke kin, civîna Dayikên Şemiyê ji hêla polîsan ve li Istanbulê hate qedexekirin û hejmarek kes ji wan girtin, piştî çend saetan hatibûn berdan. Li gorî nûçeyên belav dibin, civînên Dayikên Şemiyê li Êlih, Amed û Izmirê jî têne asteng kirin.
Gelo ji bo çi polîs rê li ber çalakiyên Dayikên Şemiyê digre? Ji nuha û pê ve dê çi bibe? Emê di semînerên xwe de pirsê ronî bikin.

Çareseriyek ji hişkiyê dûr û dialog û hevfêmkirina dualî esas bigre pêwîste. Gelo ev yek çiqasî mumkun e? 

lördag 19 maj 2018

Saziya Amnesty ”Xelata Mezin bo Aktîvîtetan” a îsal da Amnesty Koma Turkiyê


"Koma Amnesty 06 Turkiyê" ku bi saziya Efûyê a Swêdê girêdayî ye, di salekê de du xelatên mezin girt:
. "Xelata Aktîvîst" ê ji hêla kongreya Amnesty Stokcholm di miha sibatê de hatibû diyarkirin û rêvebirên Amnestya Stockholmê xelata xwe pêşkêşî koma me kirin.

. "Xelata Mezin 2018 bo Aktîvîteyan" herî bi nirx a saziya Amnestya Swêdê ye. Xelat di destpêka gulanê de, di kongreya giştî a Swêdê de dane koma me.

SEDEMA SERKEVTINÊ

Di demek wiha de ku rêzgirtina mafê mirovan li Turkiyê binpê dibû û li welêt bêdengî û bêhelwestî bibû beşek ji jiyanê, rêvebirina çalakiyên bi navê mafê mirovan û Amnestyê ne hêsan bû. Me, bi tirs û endîşeyan guh da dengên heqiyê û li mexdûran guhdarî kir, êşa wan anî zimên. Hayê me jê hebû ku beşek ji mexdûrên îro, zilmkarên duhî bûn. Me rastiya Turkiyê û rola mirovên xirap jibîr nekir û di axavtinên xwe de qala vê rastiyê kir.

Me, di sala derbasbûyî de hejmarek semîner li dar xist. Gelek kesên nasdar bi dîtinên xwe, nêrînên berfirhetir pêşkêş kirin. Paşê meş û kampanyayên cewaz hatin organîze kirin, endamên me û xelkê piştgiriyek xurt da Koma Turkiyê. Bi siyasetvan û dîplomatan re pirsên cewaz kir cihê niqaşê û wan sûdên erênî dan xebatên lobiyê.

Ji bo platformên me, pêşxistina diyalog û toleransa li welêt giring bû. Çaraseriya pirsgirêkan bi riyên aştiyê esas hatibû girtin. Bi vê armancê dîtin hatin zimên û pêşniyaz pêşkêş kirin. Medya Swêdê, Turkiye û Kurdistanê cî da çalakiyên me. Me têkiliyên xwe bi gelek saziyên civakî û însanî xurtir kir. Tekûzkirina diyalog û têkiliyan bi Turkiyê re giring bû û pêşniyaza me li ser pirsê cidî hat girtin.

Armanca me ne rexnekirina şexsiyetan, an jî nêzîkbûna li partî û baweriyan bû. Turkiye welatek pirçandî û pirbawerî ye. Ji bo jiyana li heman welatî û êkudû re pêwîstî bi rêzgirina ekûdu û toleransa hevbeş heye. Me ev pêdivî anî bîra wan. Pêwîstî û giringiya mafê mirovan li Turkiyê û bo tevayê hemwelatiyan derxist pêşberî wan û bi yekê bûn alîkarê pêşketinê. Bi vê helwêstê em derketin rê û xebat berepêş bir. Û xelat dane me.

Kar û xebata me bo xurtkirina demokrasiyê û parastina mafê mirovan didome. Di dema xebata xwe de, em ê peymanên mafê mirovan esas bigrin û xwedî wijdan bin. Siberojê em ê giringiyê bidin mafê jinan û ji bo parastina mafê wan gavên pêwîst bavêjin.

Di xelatên me de paya dostên Amnestyê ye mezin e. Mala we ava, spas ji bo piştgirî û hevkariya we. Gelek spas Amnestya Swêdê. Spasiyên taybetî bo endamên Koma Turkiyê Stig, Kamal, Farhad, Luisa, Arin, Ada, Elias, Filippa û Khaleda re.
Zarathustra Acat
Serokê Amnesty 06 Koma Turkiyê

onsdag 25 april 2018

Serdana Amnesty a Sefaretxaneya Turkiyê li Stockholmê


Li gorî dîtina me Amnesty 06 Koma Turkiyê, çaraseriya pirsgirêka kurd li Turkiyê bi riyên aştî û diyalogê dikare çareser bibe. Hêza dixwaze li Turkiyê bi piştgiriya artêşê dest deyne ser hikum, inqilabê pêk bihêne, rojên reş û tarî bi ser civatê ve bihêne, dijberê demokrasiyê dihejmêrin. Koma me giringiyek mezin dide pêşketina demokrasiyê û parastintina mafê mirovan li Turkiyê. Em bi rêzdarî nêzî serdanên Amnesty li Turkiyê û raporên saziyê dibin. Divê kampanyayên Amnestyê bêne xurtkirin. Koma Turkiyê nirxek mezin dide têkiliyên Amnesty bi rêvebirên Turkiyê re. Divê diyaloga me bi Turkiyê re hebe ku em karîbin pirsgirêkên mafê mirovan bikin cihê niqaşê û daxwaziyên xwe bihênin zimên.

Amnesty 06 Koma Turkiyê, di meha Newrozê de daxwaznameyek pêşkêşî rêvebiriya Amnestiya Swêdê kir. Bo fêmkirina rewşa Serokê Amnesya Turkiyê Taner Kiliç fêm bikin û xwestinên xwe derbarê mafê mirovan mirovan li Turkiyê bihênin zimên, daxwaziya hevdîtina Sefîrê Turkiyê li Stockholmê kir.

Roja 23 Nîsanê sê kes ji Amnestya Swêdê çûn serdana Balyozxaneya Turkiyê. Sefîrê Mezin H. Emre Yunt li meqamê xwe bi germî pêşwaziya me kir, qehweya Turkiyê îkram kir. Heyeta Amnestyê de Şêfa Siyaset Danêra Amnestyê Brittis Edman, Berpirsa Dawe û Pirsên Şexsî li Amnesty Andrea Bodekull û Serokê Amnesty 06 Koma Turkiyê û Cîgirê Serokê Amnesty Stockholmê Zarathustra Acat hebûn. Edman û Bodekull qala rewşa mafê mirova li Turkiyê kirin, hêvî û pirsên xwe derbarê daweya Taner Kiliç anînê zimên. Acat, derbarê Amnesty 06 Koma Turkiyê agehdarî da.

Sefîrê Mezin Yunt derbarê têkiliyên Turkiyê bi Yekîtiya Europa re têra xwe kur û zana ye. Serokatiya Daîreya Danûstandina bi Yekîtiya Europa re kiriye. Her wiha Serokatiya Daîreya Têkiliyên Aborî bi Yekîtiya Europa jî kiriye. Yunt, di pirsên têkilî û danûstandinên bi derve re xwedî tecrûbe ye. Dawiya sala 2017 an bi mesûliyeta Sefîrê Mezin lI Stockholmê dest kar kiribû. Wî bi sebir li pirs û daxwaziyên heyeta me guhdarî kir û bersivên pirsan da. Hevdîtin bi erênî derbas bû.

torsdag 22 februari 2018

Semînera derbarê mafê mirovan li Turkiyê




Dem: 21 Nîsan 2018, Saet 11.00-16.00
Cî: Amnesty, Alsnögatan 11, Stockholm

Saziya mafê mirovan Amnesty International rapora xwe a 2017-2018 an berî niha belav kir. Bi munasebeta rapora nû, ”Amnesty 06 Koma Turkiyê” semînereke berfireh derbarê mafê mirovan li Turkiyê û bakurê Kurdistanê pêk dihêne.
Analîza destpêkê ji hêla Amnestyê, derbarê rapora Turkiyê û Kurdistanê tê kirin. Piştre siyasetvanên Swêdê û pisporên cewaz, li ser navê saziya xwe, derbarê heman mijarê dîtinên xwe dihênin zimên, me ronî dikin.

SEMÎNERDARÊN VEXWENDÎ:

. Andrea Bodekull, Amnesty, Berpirsa Dawe û Karên Şexsî
. Helin Sahin, Palme Center Rêvebira Programa Turkiye
. Keya Izol, Serokê Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê
. Azad Heyder, Serokê saziya mafê mirovan CHAK ê li Swêdê
.
Newroz Yildirim, birayê parlamentera HDP ê Gulser Yildirim ku ji 2016 ve di hefsê de ye
. Kerstin Lundgren (C), Parlementer û Endama Komîsyona Pirsên Navnetewî li Meclîsê
. Evin Incir (S), Wekîla Sekretera Navnetewî li navenda partiyê

. Pernilla Stålhammar (MP), Parlamenter
. Ann-Margarethe Livh (V)
, Şaredariya Stockholmê Seroka/ Şaredara Pirsên Demokrasiyê

. Monolog: Kemal Görgü, Şanoger
.
Musik: Gursel Dayan, Hunermend


Agehdariya zêde di demek kin de belav dibe.

Hûn bixêr bên.

lördag 3 februari 2018

Saziya Amnesty Koma 06 Turkiye layiqî “Xelata Aktîvîst 2017”an hat dîtin


Saziya Navnetewî a Efûyê- Amnesty International Koma 06 Turkiyê, li Stockholmê xebatên xwe didomîne. Amnesty Koma 06 Turkiyê bi çalakiyên xwe î serkevtî û zîrekbûna xwe layiqî Xelata Aktîvîst 2017 an hat dîtin. Xelat, piştî lêkolîn û dengdana endamên saziyê tê diyarkirin. Di Kongreya Amnesty Stockholmê a duhî de, xelata Amnesty Stockholmê dane Koma Turkiyê.  

Seroka Komîteya Karger a Stockholmê Karin Lehner û Sekretera Amnesty Stockholmê Lisa Tistad spasî komê kir û belgenameya xelatê da komê.
Serokê Koma Amnesty 06 Turkiyê, Zarathustra Acat axaftinek kir û spasiyên xwe pêşkêşî Amnesty Stockholm, Sekreteriya Amnesty, komên Amnesty û dostên Amnestyê ji bo piştgiriya wan, kir.  

fredag 17 november 2017

Bi xêr bê "XWEPÊŞANDANA AZADIYA TANER Û 10 ISTANBUL" ê

Dem: Şemî, 18/11-2017, demjimêr: 11.00
Cîh: Medborgarplatsen, Stockholm

Dîrektora Amnesty a Turkiyê Idil Eser, hemwelatiyê Almanya Peter Steudtner û ê Swêdê Ali Gharavi jî di nav de deh kes bê sûc û delîl 113 rojan di hefsê de girtî hiştin. Taner Kiliç, serokê Amnesty ê Turkiyê ji destpêka hezîranê ve girtî ye.

Taner û 10 kesên li Istanbulê girtibûn, di 25/10 de derxêstin pêşberî dadgehê. 10 kes ji wan hatin berdan. Lê Taner di hefsê de hiştin. Ji 8 kesan û Taner xwestin ku di 22/11 an de li dadgehê amade bibin. Dadgêr dixwaze 15 sal hefis ji wan re bibire.

LI DIJÎ NEHEQIYÊ BÊ DENG NEMÎNE!

Parêzvanên mafê mirovan bê suc in û delîlên li hemberî wan, pûç in û bê bingeh in. Taner çi suc nekirî ye lê di hefsê de ye. Divê ev neheqiya tê kirin rawest e.

Li dijî vê neheqiyê û dadgeha 22/11 an dê şaxên Amnesty ê li welatên cewaz xwepêşandanan li dar bixin û kolanên bajaran dengê nerazîbûnê bilind bikin.

Di vê çarçovê de Amnesty 06 Koma Turkiyê li Swêdê jî li Stockholmê roja 18/11 saet 11.00 an meydana Medborgarplatsenê ê xwepêşandekê li dar bixe.

Werin, bi me re bin û dengê xwe ji bo azadiya Taner û "10 Istanbul"ê bilind bikin.
Amnesty daxwaz dike ku daweya wan hilweşe û tev bên berdan.

Amnesty 06-Koma Turkiyê li Swêdê

torsdag 19 oktober 2017

Semînera bi taştê: REWŞA MAFÊ MIROVAN LI TURKIYE



Dem: 24 cotmeh 2017, demjimêr: 9.00-10.00, taştê: 8.30
Navnîşan: Amnesty International, Alsnögatan 11, Stockholm

Rêvebira saziya Amnesty International kampanyayên Turkiyê Milena Buyum, li Stockholmê mêvana Amnestya Swêdê ye.
Milena li saziya Amnestyê rêvebira tîma Turkiyê dike û kampanya azadiya "10 girtiyên li Istanbul"ê ku niha di zindanê de ne û di nav wan de rêvebirên Amnestya Turkiyê Taner Kiliç, Idil Eser, hemwelatiyê Swêdê Ali Ghravi û ê Elmanya Peter Steudtner jî heye, rêve dibe.

Li Turkiyê rewşa mafê mirovan rojbiroj xiraptir dibe. Girtin û bêdengkirina deng û hêzên muxalif didome. Zêdeyî 110 hezar polîs, dadgêr, parêzêr, mamoste û akademîsyen ji kar hatin avêtin. Zexta li dijî siyasetvan û rêvebirên sendîqeyan, ji hêla westandina rûhî ve dom dike. 
Milena dê rewşa mafê mirovan li Turkiyê binirxîne û qala xebatên Amnestyê derbarê pirsê bike. Semîner bi Ingilîzî ye.

Moderator: Brittis Edman, policy şefa Amnestyê
Kesên bixwazin beşdar bibin divê hetanî 23 Cotmehê me agehdar bikin û navên xwe, saziya lê dixebitin û alerjiyên xwe ên xwarinê ji me rê bikin.

Hûn bi xêr bên.