Rêzgirtina mafê mirovan li Turkiyê, taybetî
piştî cunta leşkerî a têkçûyî xiraptir bûye. Azadiya 50 hezar kesan hatiye
sînorkirin, gelek komele hatin girtin û bêdengkirina medya bêalî îro jî didome.
Zêdeyî 100 hezar kes; bijijk, hiquqnas, mamoste û polîs ji sucên terorê ji kar
hatin avêtin.
5 tîrmehê 10 parêzvanên mafê mirovan hatin
girtin. Di 18 ê heman mehê de, derheqê 6 kesan de biryara domandina girtinê dan
û ew xistin hefsê. Di nav girtiyan de dîrektora Amnesty Turkiyê Idil Eser û ji
Swêdê, pisporê IT ê Ali Gharavi jî heye. Biryara girtinê, piştî girtina Serokê
Amnesty Turkiyê Taner Kiliç bi mehekê hat dayîn.
Saziya Amnesty International di 14/10 kewçêrê
de, bi armanca balê bikşîne rewşa mafê mirovan li Turkiyê kampanyeke giloverî,
seranserî cîhanê dide destpêkirin. Koma 06-Turkiyê li Amnesty Swêdê jî heman
kampanyayê, di 14 kewçêrê, saet 14.30 an li meydana Medborgarplatsen dide dest
pê kirin. Di heman çalakiyê de dê rojbûna dîrektora Amnesty Turkiye Idil Eser
jî bê pîroz kirin.
Çalakiya li Medborgarplatsenê bi axaftina
Sekretera Giştî Amnesty Swêdê Anna Lindenforsê dest pê dike. Lindenfors dê derbarê
mafê mirovan li Turkiyê û daweyên li dijî parezvanên mafê mirovan, Kiliç, Eser
û ên din qise bike. Cîgirê serokê Amnesty Stockholmê û serokê koma Amnesty
06-Turkiyê, Zarathustra Acat dê li ser heman mijarê bi turkî biaxive. Li
Medborgarplatsenê ê konê Amnesty bê danîn û li wir bi mêvanên beşdar re dê
rojbûna Idil Eserê bê pîroz kirin û mêvan şêraniyê tam bikin.
Çalakî dê ji beşdarbûna xelkê re vekirî be û
çalakvan ji bo azadiya parazvanên mafê mirovan îmzeyan berhev bikin. Medya,
endam û dostên Amnestyê hatine vexwendin.
Stockholm ”Amnesty
06-Koma Turkiyê”

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar